Derbarê geşdanên dawî de Rêveberiya Xweser civînek lidar xist

​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bi armanca şîrovekirina geşdanên siyasî civînek awarte li darxist. Rêveberiya Xweser di civînê de teqez kir ku ew amade ye li hember êrişên dewleta Tirk li berxwe bidin.

Civîna awarte li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê hate liderxistin.

Di civînê de cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê axivî û got: “Armanca Erdogan ji her herêmekê heye, ew ji dagirkirina Kobanê ku bûye sembola berxwedanê, armanc dike ku raya giştî ya Tirkiyê di hilbijartinan de qezenc bike.

“Dewletan got wan rê nedaye vê operasyonê, lê Erdogan ragihand ku ew destûrê ji kesî nagire.

Li ser sînor jî, tu tevgerên leşkerî yên Tirkiyê tune ne. Ev rave dike ku nakokiyên di navbera koman de hene ku dewleta Tirk bi rêya wan hewl dide herêmên me dagir bike.”

Têkildarî helwestên navneteweyî, Emînen Osê wiha anî ziman: “Çîn, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Îran hemûyan behsa encamên vê êrişê kir, heke dewleta Tirk êriş bike, dê dîsa malbatên DAIŞ’ çalak bibin û dê li ser ewlehiya navneteweyî û cîhanî xetere bin.”

Emîne Osê teqez kir ku Rêveberiya Xweser ji hemû aliyan ve amadeya li hember êrişan ber xwe bide.

Back to top button