Li Dêra Zorê panelek derbarê êrişan de hate lidarxistin

Dewleta Tirk ku bi armanca berfirehkirina erdnîgariya dagirkeriya xwe êrişên li dijî herêmê dewam dikin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li qadanin û li ber xwe didin. Îro şêniyên Dêra Zorê, Til Rifet û Minbicê daketin qadan êrişên dagirkeriya tirkiyê şermezarkirin.

Bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin.

Komîteya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Dêrazorê panelek bi sernavê “Êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorên wê li ser çareya siyasî” li dar xist.

Hevserokê Komîteya Têkiliyên MSD′ê Enes El Merfo di panelê de axivî û diyar kir ku nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re belgeyan tevlihev dike û li pêş çareya siyasî asteng e.

Panel bi encamnameyeke bidawî bû.

‘Bila rêxistinên hiqûqî û navnetewî ji bêdengiya xwe derkevin’

Partiya Sûriya Pêşeroj jî li kolana giştî ya Til Rifetê ji bo şermezarkirina bêdengiya navnetewî ya li dijî êrişên Tirkiyê çalakiyek lidar xist.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê zêde dibin û tu kes deng ji xwe nayne, divê êdî tevahî rêxistinên navnetewî û hiqûqî ji bêdengiya xwe derkevin.

Meclisa kampa Resim Elexder daxuyaniyek li dijî êrişan da

Li aliyekî din jî Meclisa kampa Resim Elexder a li Minbicê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me ji ber şerê li Sûriyê gelek azar kişandine, divê aliyên navnetewî têkildarî êrişan bi rola xwe rabin”

Back to top button