Balafira leşkerî ya Rûsyayê ket

Hate ragihandin ku li herêma Belgorodê balafireke leşkerî ya Rûsyayê ku 65 dîlên şerî yên Ûkraynayî tê de bûn, ketiye.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke wan a leşkerî ya ku 65 dîlgirtiyên Ûkraynayî tê de bûn, li ser sînorê Ûkraynayê li herêma Belgorodê ketiye.

Wezaretê got:

”Li gorî saeta Moskovayê di saet 11.00’an de balafira Rûsyayê ya cure Il-76 li herêma Belgorodê ketiye xwarê.”

Di balafirê de 65 êsîrên artêşa Ûkraynayê, 6 personel û 3 karker hebûn.”

Li gor heman daxuyaniyê pispor ji bo diyarkirina sedemên ketina balafirê çûne cihê bûyerê.

Lê belê der barê rewşa tenduristiya kesên di balafirê de tu agahî nehat dayîn.

Herêma Belgorodê ku li ser sînorê Ûkraynayê ye, di meha Kanûnê de li gel êrîşeke fuzeyî ku di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dabû, bûye hedefa êrîşên Ûkraynayê.

Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê de 4 kes mirin

Back to top button