Duran Kalkan: Îmralî navenda rêvebirina qirkirina Kurdan e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku Îmralî navenda rêvebirina qirkirina Kurdan e.
Her wiha anî ziman ku gelê Kurd 25 salin li dijî êrîşan li berxwe dide.
Li aliyê din Duran Kalkan salvegera dehemîn a îlana rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê silav kir û got: “Wê hevgirtina gelan dîktatorî û faşîzma dewleta Tirk hilweşîne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Dûran Kalkan di destpêka nirxandinê xwe de behsa tecrîda giran ya li Îmraliyê kir û got:

“Di zext, êşkence û tecrîda li Îmraliyê de tu guhertin tune ye.
Dema behsa êşkence û pergala tecrîdê ya Îmraliyê tê kirin, behsa têkoşîna li dijî wê dikin.
Sîstema Îmraliyê ne sîstemeke ji rêzê ye. Wek girtîgehê dinivîsin. Ne tiştekî wisa ye.
Ne qadeke ji rêzê ya dîlgirtinê ye. Navenda rêvebirina qirkirina Kurdan e.”

Duran Kalkan: Kurd 25 sal in li dijî êrîşên hovane li ber xwe didin

Duran Kalkan anî ziman ku gelê Kurd 25 salin li dijî êrîşan li berxwe dide:

“Rêbertiya Kurd bûye pêşengiya mirovahiyê, bûye pêşengiya gelan.

Weke tevger û gel di van 25 salan de me berxwedana herî watedar meşand.

Me berxwedana ku bû sedema destkeftî û pêşketinên herî mezin pêk anî.”

Dûran Kalkan: Ji bo şoreşa Rojava asteng bikin êrîş dikin

Her wiha Dûran Kalkan salvegera dehemîn a îlana rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê silav kir û ev tişt anî ziman:

“Li her çar aliyên cihanê jin, ciwan, karker û kedkar hêviyên xwe di şoreşa Rojava de dibîne.

Ev yek pir bi nirx û bi wate ye.

Fedakarî û wêrektiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikim.

Hêzên paşverû ji bo vê şoreşê asteng bikin êrîş dikin.

Di destpêka vê paşverûyê de dewleta Tirk û dîktatoriya AKP-MHP’ê heye.

Ji pêşketina xweseriya demokratîk, avakirina netewe demokratîk a gelan nerehetin.

Di vê zanebûnê de ne ku hevgirtina gelan dikare dîktatoriya wan, faşîzmê wan hilweşîne.

Ji ber tirsên xwe her tiştî dikin hincet û êrîş dikin.”

Kalkan: Xelkê Efrînê li dijî dagirkeriyê têkoşînek mezin da

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nirxandinê xwe de balkişand ser berxwedaniya xelkê Efrînê:

“Xelkê Efrînê 58 roj li dijî dagirkeriyê berxwedaniyeke dîrokî da.

Niha 6 salin berxwedan didome.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi rastî jî darbeyek giran li dagirkeran dixin.

Di şexsê rizgariya Efrînê de nûnertiya rûmeta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Bi hêvî me ji Efrînê heya Serêkaniyê ji bo dagirkeriya Tirkiyê bişkînîn wê têkoşînê mezin bikin.”

Back to top button