Hêzên hikûmeta Şamê û komên çete li Idlib, Hema û Lazeqiyê şer kirin

Hêzên Hikûmeta Şamê û komên çete li herêmên Idlib, Hema û Lazeqiyê bi çekên giran hevdu dane ber topan.
Li başûr rojhilatê Idlibê jî 5 leşkên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Hêzên Hikûmeta Şamê û komên çete li herêmên Sehil El Xab ya li bakurê Hema û Keban li bakurê Lazeqiyê bi çekên giran hevdu da ber topan.

Her wiha hêzên Hikûmeta Şamê deverên komên çete li bajarokên Filêfil, Bênîn, û Fitêre yên li Cebel El Zawiye yên başûrê Idlibê tobaran kir.

Li bajarokê Cobas yê li başûr rojhilat Idlibê jî, di encama êrişên komên çete yên dewleta Tirk de 5 leşkerên hikûmetê Şamê hatin kuştin.

Back to top button