Zelal Bîlgîn: Rêber Ocalan nûnertiya vîna bi milyonan kesî dike

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê bertek û bangên xwedîderketinê zêde dibin.
Çalakgera Tevgera Jinên Azad Zelal Bîlgîn ku di girtigehê de ye bi nameyekê got:
“Dema vîna bi mîlyonan kesî dîl girtî be, ma mirov dikare behsa çareseriyê bike?”

Ji Rêber Apo ku ligirava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin, 34 meh in tu xeber nayê girtin.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo Çalakiya greva birçîbûnê li gelek girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyê dest pê kiriye û didome.

Çalakgera Tevgera Jinên Azad TJA’yê ya di greva birçîbûnê de ye Zelal Bîlgîn derbarê tecrîda girankirî de axivî û got:

Rêber Abdullah Ocalan çareseriya herî rast daniye holê.
Dema vîna bi mîlyonan kesî dîl girtî be, ma mirov dikare behsa çareseriyê bike?
Bi milyonan kes bi îmzeyên xwe diyar kirin ku birêz Abdullah Ocalan vîna wan e. ”

Zelal Bîlgîn: Em ê berxwedanê mezin bikin

Zelal Bîlgîn di dawiyê de bang kir ku xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Gelê kurd û gelên me yên qedîm ên li dijî qirkirin û înkarkirinê serî rakirine, wê bersiva herî zelal bidin vê pêvajoyê.

Di serî de li dijî gelê kurd û jinan, bi giştî jî li dijî muxalif, çepgirt-sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan êriş zêde dibin.

Bi binçavkirin û girtinê gef tên xwarin û bi van gefan hewl didin hemû civakê lal bikin û bêçalak bikin.

Dixwazin bi nêzîkatiyeke tekparêz, netewperest û faşîst pergaleke dîndar û kîndar ava bikin.

Ne mimkûn e ku derdorên cihêreng di pergaleke wiha de nefesê bistînin.

Li hemberî vê yekê dengek ji zindanan bilind dibe. Lewma ez bang li hemû gelê me û derdorên muxalif dikim ku bibin dengê zindanan û li dijî faşîzmê eniya şorşegeriyê xurt bikin.

Ev zext dê bi azadiya birêz Abdullah Ocalan û bi çareserkirina meseleya kurd bê şikandin.

Ji bîr nekin heke em li derve negihin hev, em ê li hundir bên cemhev.”

Parêzer Sînan Aras: Tecrîd pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd digire

Back to top button