Memûd El Mislet: Em hewl didin pêkhateyên Sûriyeyê di nava MSD’ê de kom bikin

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislet li ser rewşa Sûrî û MSD’ê axivî.
Mehmûd El Mislet got li rex meşandina kar û xebatan li derve, hewldanên xwe ji bo yekkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê xurttir dikin, da ku nexşerêya di kongreya 4`an de hate diyarkirin, çalak bibe.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislet li ser rewşa Sûrî û MSD’ê axivî.

Mehmûd El Mislet da diyar kir ku diyaloga sûriyeyiyan bingeha karê wan e.

Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislet di despêka nirxandinê xwe de wiha got:

“Projeya MSD`ê projeyeke sûriyeyî ye.

Em hewl didin tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava MSD’ê de kom bikin.

Ji bo ku ji projeya bê ya Sûriyeyê re bibe alternatîfeke rastîn.”

Mehmûd El Mislet diyar kir ku gava pêşîn yekkirina eniya hundirîn a partiyan e û wiha domand:

“Ev jî bi rêya nêrîneke siyasî û Hevpeymana Civakî ya nû pêk tê ku bi awayekî berfireh ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re vekirî ye.”

Li gorî Mehmûd El Mislet li gel xebatên hundirîn, li ser asta derve jî MSD dê nivîsgehên derve çalak bike ji bo ku armanc, nêrîna siyasî û nexşerêya MSD’ê pêk were.

“Diyaloga Sûriyeyiyan bingeha kar û xebatên me ye”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislet di dawî de derbarê mekanîzmaya çalakkirina nexşerêyê de got:

“Dê bi rêya komîteyên MSD’ê pêk were ku bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng, zanistî û nenavendî ye.

Diyaloga sûriyeyiyan bingeha kar û xebatên me ye.”

MSD`ê di kongreya xwe ya 4’an de ku 20`ê Kanûna 2023’yan li dar xistibû, nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyeyê aşkera kiribû.

Back to top button