Li Kobanê û Qamişlo sersaxî ji malbata şehşîd Nûdem hate xwestin

Xelkê bajarê Kobanê û Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Nûdem Wan re xwestin û peyama şopandina riya şehîda dan.

Meclisa malbatên şehîdan a Kobanê ji bo malbata şehîd Rêzgar Çavreş û Nûdem Wan bi tenê nehêlin konê sersaxiyê vedan .

Şervana YPJ`ê Nûdem Wan 17`ê Çileyê de ji ber nexweşiyê şehîd bûbû.

Gerîla Rizgar Çavreş jî 12’ê Çileyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di operasyona şoreşgerî de şehîd bû, hate bîranîn.

Rêvebiryê meclîsa malbatên şehîdan a kantona Firatê Adil Hecî got :

‘Şehîd Nûdem xudiyê roleke pir mezin di şerê dijî Daişê de bû û pêşengtiya YPJ’e yê di şerê dijî Daişê dikir.’

Li bajarê Qamişlo jî sersaxî ji malbata şehîd Nûdem Wan re hat xwestin.

Di bin konê de sersxî ji malbata şehîd ri hat xwestin û peyama şopandina riya şehîda dan.

Back to top button