Nobeta Edaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin

Malbatên girtiyan ji bo azadiya Rêberê Apo li Wan, Amed, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene û Stenbolê Nobeda Edaletê berdewam kirin.
Malbatan di Nobeda Edaletê de diyar kiri ku wê bi çalakiyên xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Li Wan, Amed, Mêrdin, Edene, Mêrsîn, Îzmir û Stenbolê çalakiyên Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardariyeke xurt didomin.

Piştî girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’an de ji bo azadiya Rêber Apo dest bi çalakiya gireva birçibunê kirin, malbatên girtiyan jî bi heman armancê li bajarên navborî çalakiya Nobeta Edaletê dan despêkirin.

Ev 49 rojin li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê li dar e.

Di çalakiya li avahiya DBP’ê ya bajar pêk tê de, îro endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA û gelek kesên din çûn serdana çalakgeran û piştevaniya xwe anîn ziman.

Li Amedê jî nobeda Edaletê di roja 49’an de li avahiya DEM Partî ya Navçeya Rezan didome.

Îro Dayikên Aştiyê yên Bismilê namzetên şaredariyan ên DEM Partiyê yên Bismilê Mizgin Ekinci û gelek welatî serdana çalakgeran kirin.

Li Mêrsînê jî Nobeda Edaletê ku di 50’î de ye.

Dayikên Aştiyê û rêveberên saziyên civakî tev li çaakiyê bûn.

Çalakgeran di çalakiyê de dirûşmeyên berxwedanê gotin.

Nobeda Edaletê ku li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê dest pê kiriye, bi biryardariyeke xurt didome.

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Dêrîkê Selahattin Îzgî, anî ziman ku wê çalakiya ku ji bo azdaiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin li her derê belav bikin.

Li Edeneyê jî Nobeda Edaletê bi pêşeniya AATUHAY-DER’ê di roja 50’î de dewam dike.

Di roja 41’an a çalakiya li Stenbolê de jî piştevaniyeke xurt hebû.

Berxwedana li dijî tecrîdê didome

Back to top button