Artêşa Tirk li Girê Spî û Til Temir tevgerên xwe zêd dike

Li gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê yên dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê, çeperan li derdora gund û baregehên xwe yên leşkerî ava dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’ê, 5 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk û 33 nuqteyên çeteyan li gundên Hoşan, Kefîfe, Şergirak û Xirbêt Faris yên Eyn Îsa hatine avakirin û li dora wan jî çeper hatine lêkirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên nêzî eniyên şer ên Til Temirê ya kantona Hesekê, nuqteyan ava dike û baregehên xwe xurt dike.

Li aliyekî din çavkaniyekî leşkerî yê Hêzên Parastina Xabûrê ya Asûrî da zanîn ku ji çend rojan ve çete li derdora gundên li eniya şer çeperên beton ava dikin.

Di heman demê de leşkerên Tirk û çete bi awayekî zêde li wan gundan kom bûn.

Back to top button