Însiyatîfên gel ên bajarên herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî da biryara KNK’ê ku daxwaz li NY‘yê kir ku gelê Kurd di aliyê qanûnî de nas bike û dengê gel di rêxistina navnetweyî de mîsoger bike.
Însiyatîfên gel ên bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê yên herêma Cizîrê têkildarî encamnameya Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku 6-7‘ê Hezîranê (2026) hatibû lidarxistin, daxuyaniyeke hevbeş da.
Daxuyaniya li Qamişloyê bi amadebûna nûnerên tevgerên siyasî, rêxistinên jinan, nûnerên saziyên sivîl hat dayîn.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Komsîgeriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Bêrîvan Mehmûd ve û bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mahsûm Hesen ve hat xwendin.
Li Amûdê jî daxuyanî li Qada Şehîd Cîhad bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan hat dayîn. Mamosteya zimanê kurdî Hemrîn Mihemed Xêr Elî daxuyanî xwend.
Li Çilaxayê jî daxuyanî bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan li pêşiya avahiya PYD‘ê hat dayîn û bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisa Bajarokê Abira Sîdra Yûsif ve hat xwendin.
Her wiha daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîldan a bajarê Dêrikê bi amadebûna nûnerên saziyên sivî ji aliyê mamoste Bihar Hesen ve hat xwendin.
Li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Tirbespiyê jî bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û tevgerên jinan, daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa bajarê Mizgîn Lazgîn ve hat xwendin.
Heman daxuyanî li Qada Şehîd Xebet a bajarê Girkê Legê ji aliyê mamoste Nesrîn Hadî ve hat xwendin.
Însiyatîfa Gel a bajarê Til Temirê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya endamên saziyên sivîl, şêniyên bajar û nûnerên partiyên siyasî ji ji aliyê endamê Meclisa Bajar Ebdurehman Mihemed û mamoste Hêvîdar Mihemed Elî ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ji Neteweyên Yekbûyî re,
Di 6-7’ê Hezîranê de di civîna 24’emîn ya giştî de, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) biryara serlêdana Neteweyên Yekbûyî da, da ku gelê Kurd bi awayekî hiqûqî di asta cîhanê de were naskirin û were qebûlkirin.
Di 200 salên dawîn de, gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi gelek komkujî, enfal, tehcîr, koçberî û pişaftinê re rû bi rû maye. Ji ber ku Kurd di warê hiqûqî de nehatine naskirin, di vê demê de tevahî Kurd bi tenê man û di welatê xwe yê hezaran salan de tune hatin hesibandin, ecnebî hatin hesibandin û bi jiholêrakirinê re rû bi rû man.
Berpirsiyareke vê dîrokê jî Neteweyên Yekbûyî ye, ji ber ku ew tenê hebûna dewletan qebûl dike. Gelê ku ne xwedî dewlet bin, qebûl nake. Ew jî dibe sedem ku dewletên heyî gelên di bin destê wan de bipelçiqînin û zilmê lê bikin. Gelek qewmên kevnar ji ber van polîtîkayan tune bûn. Zimanê wan, çanda wan, kevneşopên wan ji holê rabûne.
Em wek gelê Kurd, bi tekoşîna xwe ya sedan salan li ser pêyan man û em dixwazin hebûna me bi awayekî hiqûqî jî were nas kirin, Neteweyê Yekbûyî bi xwe di pênaseya xwe de dibêje: “Li dinyayê gelê herî mezin ê bêdewlet Kurd in”.
Ew çax li gorî vê yekê jî divê hiqûqek û yasayeke wê hebe, da ku bikare ji dinyayê re xwestekên xwe, pirsgirêkên xwe û siyaseta xwe vebêje.
Ji ber vê yekê, em wek xelkê Qamişloyê daxwaz dikin ku gelê Kurd wekî gelê Filistînê di Neteweyên Yekbûyî de wek endameke çavdêr were pejirandin.
Divê gelê Kurd, di nav gelên cîhanê de deng û cihê xwe hebe.
Li ser vê esasê, em piştgiriya biryara KNK’ê ya serlêdana Neteweyên Yekbûyî dikin. Em dixwazin bi awayekî hiqûqî, gelê Kurd were naskirin û di Neteweyên Yekbûyî de cihê gelê Kurd misoger be.”



