HPG: Li Metîna, Avaşîn û Xakurkê 7 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Berxwedana gerîlayên Kurdistanê a li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê zêdeyî 50 roj in bê navber dewam dike. Artêşa Tirk di encama çalakiyên gerîlayan de rojane windahiyên mezin dide.
HPG’ê ragihand li herêmên Xakurkê, Metîna û Avaşînê 11 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ji 23’yê Nîsanê ve bê navber dewam dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşan didin û rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê li artêşa Tirk ya dagirker xistin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin 16ê Hezîranê li Girê koordînê ya li qada Şehîd Bêrîtan li dijî dagirkeran çalakiyeke bi koordîne hate kirin. Hat gotin di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin û çeperên dagirkeran hatin rûxandin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de 14’ê Hezîranê li qada Kêste a li herêma Metîna li dijî dagirkerên ku xwsestin li tûnelên şer bi cih bibin çalakî hate kirin.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

HPG’ê destnîşan kir 16’ê Hezîranê jî li Tengava Milîtanê li dijî dagirkerên ku hewl didan pergala radarê deynin çalakîyek hate lidarxistn û di encamê de dagirkerek hate kuştin û yek birîndar bû.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate diyar kirin di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî li herêma Avaşînê li dagirkeran hate xistin.

Hat diyar kirin 16’ê Hezîranê li dijî dagirkrên li girên Kanî Gayê çalakî hate kirin. Hat gotin di vê çalakiyê de jî bi kêmanî 2 dagirker hatin kuştin.

Her wiha HPG’ê diyar kir 16’ê Hezîranê herêmên Avaşîn û Zapê bi helîkopterên şer û gulên hawanan hatin bombebaran kirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên du gerîlayên bi nave Devrîm Birûsk û Çiyajîn Zagros ku Hezîrana 2017’an li herêma Xakurkê ji ber êrîşên hewayî şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kuristanê re sersaxî xwest.

Back to top button