Efrîn..Dewleta Tirk avakirina wargehan li Şêrewa zêde dike

Dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî, guhertina demografyayê bi awayekî lez didominin. Li aliyê din sûc û hovîtiya xwe jî roj bi roj zêde dikin.
Li derdora gundê Xalta yê Şêrewa, wargeha sêyemîn ji malbatên çeteyan re tê avakirin.
Her wiha li naveda Efrînê jî sivîlekî 50 salî hat revandin.

Dewleta Tirk a dagiker bi her awayî sûcên xwe yên pêkanîna guhartina demografî li Efrînê zêde dike.

Malpera Afrinpost ragihand ku dewleta Tirk a dagirker wargeheke niştecihê yê din ji malbatên çeteyan li navçeya Şêrewa ava dike.

Wargeha niştecihê di navbera gundê Xalta û Kobeliyê كوباليه tê ava kirin, ji ber vê dagirkeran bi alavên giran bi dehan darên li wê deverê birîn.

Li gorî Malperê, ev wargeh rêxistina Heyva Sor a Qatarî fînanse dike û Komeleya bi navê ” Şam El-Xêr ” ê girêdayê Rêxistina Ixwan El-Muslimîn pêk tîne.

Ev wargeha niştecihê ya sêyemîn e ku li vê deverê ya navçeya Şêrewa tê avakirin.

Dagirkeran li dredora gundê Xalta du wargehên bi navê ” Gundê Şamiyê” û ” Kiwêt El-Rehme” ava kiribûn.

Malpera Afrîn post da zanîn ku dewleta Tirk li nêzî gundê Çeqela yê Şiyê kampa ku malbatên çeteyan lê bi cih dibin, vediguherîne wargeheke niştecihê.

Di wargehê de dê 300 malbatên çeteyên ku di şêrê Lîbyayê de hatin kuştin dê lê bi cih bibin.

Li navenda Efrînê sivîlekî 50 salî hat revadnin

Li aliyekî din, bi armanca standina pereyan çeteyên dewleta Tirk revandina sivîlan didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku li navenda Efrînê çeteyan şêniyê bi navê Xelo revand.

16’ê Nîsanê, çeteyan bi ser nivîsgeha pevguherîna pereyên ê wê sivîlî girt û hemû pere û amrên di nivîsgehê de desteser kirin.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan ew sivîlê 50 salî ber bi bajarê Ezazê ve birin û heya niha çarenûsa wî ne diyar e.

Li gorî naveda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî, ji Efrîna dagirkirî ji destpêka vê mehê, 32 sivîl hat revandin.

Back to top button