Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 24 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Coronayê ketine, 9 mêr û 15 jin in.
Dr. Ciwan Mistefa anî ziman ku 5 kes jî ji Coronayê baş bûne.
Heta niha li herêmê 18 hezar û 308 kes bi Coronayê ketine ji wan 759 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 851 kes jî baş bûne.