Komên xwendina pirtûkên Rêber Apo

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo pêkanîna fikrê Rêber Apo pêngava xwendina parêznameyan dane destpêkirin.
Li 10 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 33 komên ku derdora 300 kes beşdar dibin, pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê ku sîstema şaristaniya demokratîk vedibêje, tê xwendin.

Bi destpêkirin û belavbûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku xwe dispêre felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, hat avakirin.

Ji bo ev pergal zêdetir di nava civakê de were jiyankirin, pirtûkên Rêber Apo tên xwendin.

Yek ji van pirtûkên girîng jî, pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ye.

Rêber Apo di vê pirtûkê de Şaristaniya Demokratîk ji aliyê bîrdozî, avahîsazî û dîrokî ve pênase dike û pergala wê vedibêje.

Ev Xata xwendinê ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Apo ve hatiye rêxistinkirin.

Ferqa vê xebatê ji perwerdeyên li dibistan û zanîngehan ew e ku li nava civakê û ji aliyê welatiyan ve tê meşandin.

Li deh bajarên herêmê 33 komên xwendinê hene

Di çarçoveya xebatên ku ev zêdetirî salekê didome de, li 10 bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 komên xwendinê hatine avakirin.

Hejmara her komekê cuda ye, lê li gorî agahiyên rayedarên akademiyê, nêzî 300 kesî di van koman de cîh digirin.

Heta niha li Helebê 5, Şehba 4, Minbic 4, Tebqa 4, Reqa 7, Hesekê 3, Qamişlo 3, Amûdê 1, Çilaxa 1 û Rimêlan 1 kom hatine avakirin.

Beşdarên koman ji ciwan, jin û pîr, xwendekar, mamoste, rewşenbîr, rojnamevan û rêveberiyên saziyan, pêk tê.

Pirtûk li gorî beşdarên koman bi zimanê Erebî yan Kurdî tê xwendin û nîqaşkirin.

Komên li her bajarekê jî mehê carekê kom dibin û di çerçoveya pirtûkê xwe ku tiştê fêrbûne çawa bikaribin jiyanî bikin pêşniyaran pêşdixin.

Tevgera Ciwanan a Cirniye Komploya Navneteweyî şermezar kir

Back to top button