Li Başûrê Fransayê Meşa Azadiyê di roja 3. de ye

Meşa Azadiya ya li Başûrê Fransayê di roja sêyemîn de ye.
Her wiha Meşa Azadiyê ya 25 rojan ku ji Parîsê destpê kir, di roja 21’emîn de ye.
Li Awûstûryayê jî ji bo şikandina tecrîdê greva birçîbûnê ya 2 rojan hat destpêkirin.
Li alyekî din jî li bajarê Lozan ê Siwîsreyê di çalakiya standê de paradîgmaya demokratîk ya Rêber Apo ji raya giştî re hat nasîn.
Her wiha li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê jî ji bo azadiya Rêber Apo duh çalakiyek hate lidarxistin.

Li seranserî cîhanî gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.

Meşa 3 rojan a bi 158 kesan ji bo azadiya Rêber Apo li Başûrê Fransayê destpêkir, di roja sêyemîn de ye.

Duh meş gihîşt Marsîlyayê.

Li Parîsê Meşa Azadiyê di roja 21. de ye

Her wiha Meşa Azadiyê ya 25 rojan ku ji Parîsê bi 25 kesan destpê kir, di roja 21’emîn de ye.

Duh meş gihîşt bajarê Chaunyê.

Di meşê de banga tevlîbûna meşa mezin a 17’ê Sibatê ya li bajarê Kolnê, hat kirin.

Li Awûstûrryayê Greva Birçîbûnê ya 2 rojan hat destpêkirin

Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê jî bi pêşengiya jinan ji bo şikandina tecrîdê greva birçîbûnê ya 2 rojan hat destpêkirin.

Çalakger û beşdaran diyar kirin ku tecrîda li dijî Rêber Apo li her qadê belav bûye û ev yek bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike.

Li Siwîsreyê paradîgmaya Rêber Apo ji raya giştî re hat nasîn

Li aliyekî din jî li bajarê Lozan ê Siwîsreyê di standa ku her hefte tê vekirin de paradîgmaya demokratîk ya Rêber Apo ji raya giştî re hat nasîn.

TEV-ÇAND’ê ya Swîsreyê li dijî tecrîdê çalakiyek hunerî pêşkêş kir

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê jî bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunera Kurd a Demokratîk ji bo azadiya Rêber Apo duh çalakiyek hate lidarxistin.

Ji aliyê komên ku di nava Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê de cih digirin govend û şano hatin pêşandan.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê Komploya Navneteweyî şermezar kirin

Back to top button