Parêzer Aynûr Paşa: Komplo li dijî hêviya gelan pêk hat

Endama “Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriye ya Ocalan Biparêze” parêzer Aynûr Paşa li ser komplo û tecrîda li Îmrali yê axivî û got:
“Tirkiye endamê Peymana Mafên Mırovan a Ewropa ye ew tê wê wateyê ku divê li gorî biryarên AÎHM’ê tev bigere.
Divê Birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire.”

Endama “Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriye ya Ocalan biparêze” parêzer Aynûr Paşa têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo axivî.

Aynûr Paşa diyar kir ku ew meha Sibatê weke roja reş dinirxînin û got:

“Hat xwestin ku hêviya gelên Kurd û Rojhilata Navîn bê tunekirin.

Ji ber ku Abdullah Ocalan bi şexsî nehat hedefgirtin.

Ev komployek bû ku li dijî hêviyên gelan pêk hat.”

Aynûr Paşa: Abdullah Ocalan ji mafên xwe bêpar tê hiştin

Aynûr Paşa ragihand ku nêzî 3 sal in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got:

“Ji sala 2021’an û vir ve destûra hevdîtina bi malbat û parêzeran ji Rêber Ocalan re nayê dayîn.

Ji bo her mirovek girtî bi peymanên navneteweyî sala 1955’an biryar hatine dayîn.

Dîsa mafê her girtiyekî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Lê dema mirov sîstema Îmraliyê ya heyî dinirxîne, dibîne ku Rêber Abdullah Ocalan derveyê vê yekê hatiye hiştin.”

Aynûr Paşa: Abdullah Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigre

Aynûr Paşa ragihand ku cezayê hetahatayî yê girankirî ne li gorî mafên mirovan e û got:

“Her dewletek cezayê hetahatayî yê girtîgehê li gorî qanûnên xwe pêk tîne.

Tirkiye jî endamê Peymana Mafên Mırovan a Ewropa ye.

Ev endamtî jî tê wê wateyê ku divê li gorî biryarên AÎHM’ê tev bigere.

Divê Birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire.”

Aynûr Paşa: Li dijî tecrîdê CPT bi erka xwe ranabe

Parêzer Aynûr Paşa diyar kir ku divê welatên Ewropayê serdana îltîcayê ya Rêber Abdullah Ocalan qebûl kiriban û ev tişt got:

“Raporên ku CPT nivîsandine, ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên eşkerekirin.

Ti zexteke CPT’ê ya têkildarî vê yekê nayê dîtin.

Heta niha divê CPT daxuyaniyek daba, lê dengê xwe jî dernaxîne.”

“Çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn fikrê birêz Ocalan e”

Aynûr Paşa anî ziman ku Kurdistaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji gelê Kurd re wê bibe hêzeke mezin.

Pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Birêz Ocalan ve çareser bibe.”

Tevgera Ciwanan a Cirniye Komploya Navneteweyî şermezar kir

Back to top button