Çavkaniyekê ji ajansa ANHA re ragihand ku amadekariyên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê bo malên xwe ber bi dawiyê ve diçin, her wiha diyar kir ku pêvajoya vegerê dê di destpêka Tebaxê de dest pê bike.
Çavkaniyeke taybet ji ajansa me re diyar kir ku amadekariyên ji bo vegera koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê ber bi dawiyê ve diçin.
Çavkaniyê da zanîn ku saziyên peywendîdar ji bo qonaxa yekem a vegerê çend gund li gundewarên Serêkaniyê destnîşan kirine ku dê şêniyên wan vegerin malên xwe.
Li gorî çavkaniyê dê pêvajoya vegerê di destpêka meha Tebaxê de piştî ku hemû amadekarî werin temamkirin, dest pê bike.



