Bi nêzbûna salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî li herêmê çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.
Mecilsa Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi daxuyaniyekê 15’ê Sibatê şermezar kir û got:
“Em bang li hemû azadîxwazan dikin ku li dijî tecrîdê têbikoşin.”
Her wiha li Hesekê jî di çarçoveya komployê de konferansek li dardixin û wê konferans du rojan bidome.
Di çarçoveya pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî liherêmên bakur û rojhilatê Sûrî çalakî tên lidarxistin
Bi nêzbûna salvegera komploya navnetewî re asta çalakiyan zêdetir bûye.
Mecilsa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya salvegera 25’an a komploya Navneteweyî daxuyanî da.
Meclisê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:
“Komploya Navneteweyî ya ku ji aliyê dewlet û hêzên hegemoniya kapîtalîst ve hat kirin, kete salal 25’an de.
Ev komplo li gorî planeke rêxistinî û lêkolînî hate amadekirin.
Hêz û partiyên ku di komployê de cih girtin fikirîn ku bi radestkirina Rêber Apo re wê komployê bighîjin armancên xwe
Lê gelê kurd bi têkoşîna xwe Rêber Apo jî bi fikir û ramanê xwe vê komployê vala derxist.”
“Divê hemû azadîxwaz li dijî tecrîdê têbikoşin”
Di dawiyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li dijî tecrîdê ev bang li gelê azadî xwaz û CPT kir:
“Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî, komîteyên mafên mirovan û Komîteya li dijî îşkenceyê (CPT) dikin ku li dijî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Her wiha em bang li hemû gelên azadîxwaz dikin ku bibin yek û li hember tecrîdê têbikoşin.”
Hesekê – Ciwan li dijî komployê konferansekê li dar dixin
Her wiha di pêşengtiya ciwanên şoreşger de li hesekê jî konferansa bi dirûşmeya “Bi rihê ciwanan Komplo têk bibin û azadiyê serbixin” konferansek tê lidarxistin.
Konferans wê du rojan dewam bike.
Rojeve yekemîn a konferansê, wê rol û daxwaza ciwanan li dijî Komployê were diyarkirin û pirtûkên Rêbertî were xwendin.
Rojeva duyemîn jî, wê sînefizyon li ser Rêbertî û danasîna komployê were temaşekirin.
Di dawiyê de jî, weke ciwan wê helwestên xwe nîşan bidin û daxuyanî were dayîn.