Asayîşê li Qamişlo 2 firoşkarên madeyên narkotîkê girtin

Ji bo ewlehî û aramiya herêmê Hêzên Asayîşê her dem di nava amedebaşiyê de ne.
Asayîşê ragihand ku li bajarê Qamişlo 2 firoşkarên madeyên narkotîkê girtin.
Her wiha hat diyar kirin li Kobanê jî 2 kesên ku diziya dikanekî telefonê kiribên hatine girtin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, çeteyên girêdayî hikumeta Şamê, sîxûr, bazirganên Narkotîkê û diz ji Asayîşê nafilitin.

Hêzên Asayîşê ragihand ku li qamişlo 2 kesên ku madeyên narkotîkê difiroşin girtin û ev agahî parve kir:

“Di encama xebata dewam de, hêzên dijî madeyên narkotîk guman bi 2 kesanên ku di firotina nakotîkê de kar dikin, girt.

Pişt wê agahî û belge der barê mijarê de hatin komkirin û hate tesbîtkirina ku ev her 2 kes narkotîkê difroşin.

Roja Înê bi operasyonek teybet hatin girtin.”

Asayîşê eşkere kir ku li cihê ku ev kes hatin girtin, 1210 GRAM HEŞÎŞ; 1006 HEBÊN KAPTAGON û 70 DOLARÊN AMERÎKÎ jî dtine û desteser kirine.

Her wiha Asayîşê da zanîn her du kesên ku girtine radestî Dozgeriya Giştî hatine kirin.

Li Kobanê 2 kes bi sûcê diziyê hatin girtin

Ne tenê bazirganên narokotîkê, diz ji di bin çavdêriya Asayîşê de ne.

Li bajarê Kobanê di dikanek telefonan de dizî çêbû.

Xwediyê dikanê li ser vê diziyê yekser bi hêzên dijî tewanan yên Asayîşê re gilî kir.

Asayîşê jî dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir.

Encama lêkolînê Navenda Asayîşê bi daxuyaniyekê xwe eşkere kir û got:

“Bi lêkolîn û şopandina me ji buyerê re guman bi 2 kesan kir.

Hêzên me piştî berhevkirina delîl û agahiyan li ser tevlêbûna wan di buyerê de bi operasyonek her 2 kes hatin girtin.”

Asayîşê diyar kir ku bi van kesan ev tişt hatin dîtin:

7,200,000 Leyreyên Sûrî
60 Dolarê Amerîkî
16 Cîhazên jîr
Power’ek ji bo tijîkirina betariya cîhazên jîr
10 Flaş

Rêveberiya giştî ya dijî tawanan tekez dike ku ew ê hemû erkên xwe bi cih bînin û her kesê ku hewl bide mal û milkên gelê me bidize dê werin girtin û cezakirin.

Hêzên Asayîşê li Tebqa bazirganekî madeyên narkotîkê girt

Back to top button