Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya cejnê peyamek da

TEV-DEM, Kongreya Îslama Demokratîk, KONGRA-GEL û Konfedrealiya Rêxistinên Civaka Demoqratîk bi boneya Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiyê weşandin û hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û çareserkirina tevahî pirsgirêkan.

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman wesileyê diyar kir cejn dê bibin wesîleya şiyarbûna wijdanê mirovî û serdestiya tolerans û dilovaniyê di nava mirovan de.

Li ser vê bingehê Kongreya Îslama Demokratîk hêvî kir ku rojên cejna remezanê û rojên piştî wê xêr,edalet û xêrxwaziyê bi xwere bîne.

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demoqratîk cejna Remezanê pîroz kir

Her wiha Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demoqratîk jî cejna Remezanê bi peyamekî pîroz kir û xwest ev bibe wesîleya bîdawîbûna li êş û azarên sûriyan bi giştî û vegera hemû koçberan li cî warên xwe.

 KONGRA-GELl: Ruhê berxwedanê divê bi serdanên cejnê li her qadê bê belavkirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî bi heman boneyê daxuyaniyek weşand û got:

“Em Cejna Remezanê ya pîroz li Rêber Apo, gelê Kurdistanê û cîhana Îslamê pîroz dikin.

Bi taybetî di vê pêvajoya diyarkirina çarenûsê de, hêvî dikin ku cejn bibe wesîle ji piştevaniya civakî ya gelê me re.”

KNK’ê cejna Remezanê pîroz kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û got:

“Em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.”

Back to top button