Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşand.
TEV-DEM’ê hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û çareserkirina tevahî pirsgirêkan.
Bi boneya Cejna Remezanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyama pîrozbahiyê da.
Di peyamê de Cejna Remezanê li tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê û civaka îslamî hat pîrozkirin.
Di peyamê de hate diyarkirin ku tevahî civak girîngiyeke mezin didin cejn û helkeftên olî û wiha hat gotin:
“Ev cejn xwedî wateyên mirovî, nirxên xwe yên exlaqî û çandî di nava civakan de ne.
Her wiha bûne kevneşoiyeke civakî, aborî û çandî.”
TEV-DEM’ê dawiyê hêvî kir ku aştî û hezkirin li gelemperiya Sûriyê mîsoger bibe.
Her wiha tekez kir ku ew ê bi rihê hêvî û xweşbêniyê têkoşînê bidomînin.