Piştî hevdîtina li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeyeke ENKS’ê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa dawiyê li Sûriyê û ya kurdan, hilbijartinên dawiyê yên Meclisa Gel li Sûriyê gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniyê, herdu aliyan teqezî li ser girîngiya beşdariya kurdan di proseya siyasî, saziyên siyasî, qanûnsaz û îdarî li Sûriyê de kiriye.
Her wekî girîngî da berdewamiya diyalog û lihevhatinê di navbera hemû partiyên Kurd de.
Di heman demê piştgiriya wê yekê hat kirin ku pêwendî û hevkariya bi Şamê re were pêşxistin da ku çareseriyeke giştî bo dozên siyasî were dîtin.
Li gor daxuyaniyê, gefên DAIŞ’ê û tevgera wan li herêmê yek ji mijarên civînê bû.
Di vê civînê de, behsa serdana dawiyê ya Tom Barrack û civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî hat kirin.



