“Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye”

Berdevkê Înîsiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzûr û Nûha Omer, li ser pêngava Komkirina Îmzeyan axivîn û gotin:”Encamên Pêngava Îmzeyan wê ji saziyên weke; Meclîsa Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa,Dadgehên Mafê Mirovan û CPT’ê re were şandin. “

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Sibatê de li dijî tecrîdê pêngava komkirina îmzeyan dabû destpêkiri û pênga di 4’ê Nîsanê de bi dawî bû.

Her wiha di 8’ê Nîsanê de jî bi daxuyaniyekê encamên pêngavê hatin parvekirin.

Di heman çarçoveyê de Berdevkê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzûr û Nûha Omer, li ser pêngava Komkirina Îmzeyan axivîn.

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzûr têkildarî pêngava komkirina Îmzeyan ev tişt anî ziman:

“Encamên Pêngava Îmzeyan wê ji saziyên weke; Meclîsa Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Dadgehên Mafê Mirovan û CPT’ê re were şandin.

Her wiha em ê van encaman ne tenê ji van saziyan re, ji hemû saziyên têkildar re dişînin.”

Ferzende Munzûr: 3 Milyon 669 Hezar û 90 Îmze hatin komkirin

Ferzende bal kişand ser berfirehbûn û tevlîbûna zêde ya ji pêngavê re û wiha got:

“Di encama Pêngava Komkirina Îmzeyan a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, bi temamî 3 milyon û 669 hezar û 90 îmze ji bajar û welatên cûda hatin komkirin.

Di dawiya vê pêngavê de serkeftineke pir mezin hate bidestxistin.

Em bang li Meclîsa Ewropayê û hemû saziyên din dikin ku dem hatiye ku erka xwe bi cih bînin.”

Nûha Omer: Wê îmze ji Parlementoya Yekîtiya Ewrupayê re were şandin

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer jî destnîşan kir ku ev îmze wê ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re werin şandin û wiha got:

“Em amedekariya komîteyekê dikin ku van îmzeyan ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re bişîne.

Her wiha armanca me ji vê pêngavê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Ji bo ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî erka xwe bi cih bînin, em ê zêdetir têbikoşin.”

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama pêngava komkirina îmzeyan ragihand

Back to top button