Girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêber Apo 135 rojin di greva birçîbûnê de ne

Li Bakurê kurdistn û Tirkiyê girtiyên siyasî li bêhtirî 100 girtîgehan ji bo azadiya rêber Apo û çarseriya pirsgirêka kurd dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan îro derbasî 135rojan bû. Xizmên girtiyan yên di nobeta edaletê jî duh bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ewê heta azadiya rêber Apo têbikoşin û dev ji çalakiya xwe bernadin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîna nan, av û Oksejenê ji wan re pîwîste.

Ji ber di gerva Îmraliyê de ne kesek, gelek, mirovahî tê tecrîdkirin.

Li dijî tecrîda mutleq berxwedana wan 135 roj bê navber dewam dike.

Em qala girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên di girtîgehên desthilata Tirkiyê dikin.

Ev girtî tevî zext, polîtîkayên tek hucre û êşkenceyê jî ji doza xwe gav paş de navêjin.

Herî dawî jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê çalakiya xwe bi “boykotkirina derneketina dadgehan, hevdîtina malbatê û telefonê” bidomînin.

“Heta Rêber Apo azad nebe em dev ji çalakiya xwe bernadin”

Bi heman armancê bêtirî 3 mehin nobeta edaletê ji aliyê dayik û xizmên girtiyan tê domandin.

Nobeda Edaletê ya li Êlihê hat destpêkirin, duh di roja 67’an de li avahiya DBP’ê ya bajêr domkir.

Di çalalkiyê de soza domadina berxwedanê hat dayin.

Mêrdînî jî 93 rojin in di nobeta edaletê de ne.

Ji ziyaretvanên Nobeta Edaletê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibuca axivî, cejin li girtiyan pîrozkir û got:

Bi qasî ku tecrîda ser Rêber Apo bidome em ê serî netewînin û dê nesekinin.

Nobeta edaletê li Îzmîrê di roja 48’an de dewam kir.

Dayika girtiyekî, Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî û banga girtina agahiyekê ji rêber Apo kir.

Li bajarê Mêrsînê jî ev 127 rojin nobeta edaletê heye.

Di çalakiyê de hat gotin, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê û dehan kes li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyniyê de, ji bo tecrîda li Îmraliyê dawî bikin, bang li rayedaran kir.

Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê ji bo rojbûna rêber Abdullah Ocalan li Parka Yilmaz Guney a li navçeya Akdenîzê şitilên daran danîn.

Nobeda Edaletê: Em ê gav paşde neavêjin, divê tecrîd rabe

Back to top button