Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan zext û êşkence li dijî girtiyan zêde dibe

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî dîlgirtiyên siyasî zext û êşkence zêdekiriye.
Derket holê ku rejîma faşîst li dijî girtiyêns siyasî ku di girtîgeha navçeya Kavak a Samsûnê dimînin êşkence pêkanîye.
Têkildarî êşkenceya li girtîgehê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê raporek ji raya giştî re parvekir.
Di raporê de hat diyar kirin ku ji ber lêdana gardiyanan hin girtî birûyên wan teqiyan e û parsûyên wan werimîne.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo vîn û berxwedana dîlgirtiyên siyasî bişkîne li dijî dîlgirtiyan êriş û zextan zêdetir kiriye.

Herî dawî jî hate ragihandin ku dîlgirtiyên siyasî ku di girtîgeha navçeya Kavak a li bajarê Samsûnê yê Tirkiyê tên ragirtin rastî êşkenceyê hatine.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê têkildarî êşkenceya girtîgeha Kavak ê ji raya giştî re raporek parvekir.

Komîsyonê diyarkir ku rapor di çarçoveya agahiyên ku di encama hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tên ragirtin re de hate amade kirin.

Komîsyonê di rapora xwe de sûcên ku li dijî girtiyan pêk tê wiha bi rêzkir:

” Girtî rastî mûameleya nebaş hatine.

Li girtîgehê hejmartina ser piyan, meşa yek rêzî tê ferzkirin.

Di hatin û çûyîna nexweşxaneyan de lêgerîna nava dev tê kirin.”

Di raporê de hate diyarkirin ku dema îşkence li girtiyan tê kirin dirûşma “Welat parçe nabe” hatiye berzkirin.

“Girtiyên girtîgeha Kavak a Samsûnê hatin êşkencekirin”

Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin gotin:

“Hate diyarkirin ku di sibeya 4’ê adarê de gardiyanan bi gotina ‘hejmartin heye, lêgerîn heye’ ketine qawişan, dolab belavkirine, pirtûk û tişt avêtine erdî û 11 girtî êşkence kirine.

Ji ber êşkenceyê birûh ê girtiyan teqiyan, parsûyên wan werimîne.

Ji korîdorê dest bi îşkenceyê kirine, di wê kêliyê de gardiyanekê jê re gotiye ‘ li vir kamera heye lênexin, em bibin odeyê em ê li wir lêxin’.”

“Girtiyên ku ketina greva birçîbûnê ji mafê jiyanî bêpar hatine hiştin”

Di dawiya rapora Komîsyonê de wiha hat gotin:

“Xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan, ji ber vê yekê her 3 kes jî birçî dimînin.

kesên diketin çalakiya greva birçîbûnê digirin odeyeke din.

Derbarê girtiyên di çalakiya grevê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Girtiyên ketine greva birçîbûnê hemû mafê wan ê jiyanî hatiye qedexekirin”

Back to top button