Tevgera Azadî bi boneya Cejna Remezanê peyamek ya pîrozbahiyê weşand û got:”Werin em di vê cejnê de êşên xwe parve bikin, alîkariya hev bikin, Yekîtiya xwe ava bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Tevgera Azadî diyar kir ku dijminên gelê Kurd wê dest ji êriş, dagirkerî û komployên xwe bernedin û got:
“Dewleta faşîst ya Tirk her tim banga şer û êrişan li ser destkeftiyên gelê Kurd dike.
Divê gelê Kurd bi taybetî li Başûrê Kurdistanê xwe bispêre hêz û vîna xwe.
Ezmûna yekîtî û israra gel a di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de nîşan da ku yekîtî û israra li ser mafên me garantiya serkeftina me ye.
Werin em di vê cejnê de êşên xwe parve bikin, alîkariya hev bikin, yekîtiya xwe ava bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Em hêvîdarin Cejna Remezanê ji bo gelê Kurd bibe sedema aştî û azadiyê.
Divê em bi yekîtiya xwe pêşî li dagirkeriyê bigrin û heq li ser neheqiyê bi ser bikeve.”