Almanya bi ‘hêsankirina qirkirinê’ ya li dijî Filîstiniyan tê tawanbarkirin

Dewleta Nîkaragua Almanyayê tawanbar dike ku ji hêla siyasî û leşkerî piştevaniya Îsraîlê dike.
Ji bo vê Nîkaragua serî li Dîwana Edaletê da û ji dadgeran xwest ku Berlîn çek û alîkariyan nede Îsraîlê.
Nîkaragûa îro îdîayên xwe pêşkêşî dadgehê bike. Her wiha tê payîn ku Almanya jî roja Sêşemê bersiva xwe bide.
Li aliyê din jî Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi Dîrektorê Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns re li ser hewldanên agirbestê yên li Şerîda Xezayê li Qahîreyê hevdîtin pêk anî.

Dewleta Nîkaragûayê Almanyayê bi piştevaniya leşkerî û siyasî ya ji Îsraîlê re bi sûcdarkirina “hêsankirina qirkirina Filistîniyan” serî li bilindtirîn dadgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

Nîkaragûayê serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) da û ji dadgeran xwest ku tedbîrên lezgîn bistînin ku Berlîn çek û alîkariyan nede Îsraîlê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Sebastîan Fîscher beriya danişînê got:

”Em îdîayên Nîkaragûayê red dikin.

Almanyayê ne Peymana Komkujiyê û ne jî hiqûqa navneteweyî ya însanî bin pê kiriye û em ê vê yekê li destûra Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bi awayekî zelal eşkere bikin.”

Nîkaragûa îro îdîayên xwe pêşkêşî dadgehê bike. Her wiha tê payîn ku Almanya jî roja Sêşemê bersiva xwe bide.

Nîkaragûa îdîa dike Almanya Peymana Komkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1948’an bin pê kiriye ku peyman piştî Komkujiyan Cihûyan hatiye amadekirin.

Li gorî serlêdana Nîkaragûayê, ji ber ku jiyana bi sed hezaran însanan di talûkeyê de ye, vê yekê weke; ‘rewşeke pêwîst û lezgîn’ pênase dike.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo bidawîkirina nakokiyên di navbera dewletên cuda de hate avakirin û di şerê Îsraîl û Hamasê de jî bûye xwedî roleke girîng.

Her wiha Afrîkaya Başûr jî di dozekê de Îsraîlê bi komkujiya li Şerîda Xezeyê sûcdar dike lê belê Îsraîl vê yekê tundî red dike.

Biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî derbasdarin lê belê li dadgehê mekanîzmaya cezakirinê tune ye.

Bo nimûne heman dadgehê ferman dabû ku Rûsya êrişên xwe yên li dijî Ûkraynayê bide sekinandin lê belê tu encam ji vê yekê nestandibû.

Li Misrê hewldanên agirbesta li Xezayê

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi Dîrektorê Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns re li ser hewldanên agirbestê yên li Şerîda Xezayê ya ku bi mehan e di bin êrîşên Îsraîlê de ye axivî.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Serokomariyê Ehmed Fehmî, Sîsî û Burns li paytext Qahîreyê hatin cem hev.

Di hevdîtinê de ku Serokê Îstîxbarata Misrê Abbas Kemal jî tê de beşdar bû.

Li ser xebatên hevpar ên Amerîka, Qeter û Misirê ku di çarçoveya agirbesta li Şerîda Xezayê de pêk tên, pêşhatên dawî yên li herêmê û pêwîstiya xurtkirina hewlên ji bo kêmkirina rageşiyê û rawestandina zêdekirina leşkerî hat nîqaşkirin.

Serokkomarê Misrê û dîrektorê cia hevdîtin pêk anî

Sîsî bal kişand ser metirsiya rewşa mirovî li Şerîda Xezayê ku gihiştiye asta birçîbûnê, herwiha got, pêwîst e hewlên navdewletî yekdeng bin ji bo zêdekirina fişaran li ser gihandina alîkariyên mirovî bo tevahiya herêmê li gorî pêwîstiyan.

Sîsî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Filistînê divê bi awayekî cidî bixebitin û hişyarî da ku qada pevçûnê dê bi awayekî berfireh bibe ku zirarê bide ewlehî û aramiya herêmê.

Di hevdîtinê de her wiha aliyan li ser pêwîstiya parastina sivîlan, metirsiya zêdekirina şer li bajarê Refahê ku dikeve başûrê Xezayê û sirgûnkirina filistîniyan bo axa xwe nayê qebûlkirin.

Şerê Îsraîl û hemasê: 185 roj

Back to top button