“Bila ciwanên ewropayê dengê xwe bilind bikin”

Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê ku 12 sal in dewam dike di hefteya 615’an de ye.
Koma nû ya Nobeda Azadiyê dewr girt bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku li gorî qanûnên xwe tevbigerin
Her wiha çalekgeran ji ciwanên Kurd jî xwestin, ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin.

Nobeda Azadiyê ku her hefte ji aliyê komeke ji gelê li Ewropayê tê meşandin di hefteya 615’an de ye.

Di 25’ê Hezîrana 2012’an Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hate destpêkirin.

Ev 12 sal li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike.

Çalakî li qadeke nêzî saziyên Ewropayê (Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) tê lidarxistin.

Çalakgerên hefteya nû jî koma ji bajarê Kîel ê Elmanyayê ye.

Endamê komê Agît Ûral ku yek ji kese li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê, rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Agît Ûral diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi têkeve ser milê wan ew ê bikin.

Her wiha Ûral bang li Parlamenta Ewropayê kir ku li gorî qanûnên xwe tevbigerin.

Şiyar Yilmaz jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî bang kir ku gelê Kurd bibe yek û xwe bigihînin armancên xwe.

Back to top button