Îsraîl li Başûrê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî

Îsraîl hem li başûr û hem jî rojhilatê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anî.
Di van êrîşan de li başûrê Lubnanê 3 kes mirin.
Her wiha artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di nava 3 kesên hatiye kuştin de fermandarê payebilind ê Hizbûllahê Elî Ehmed Hisên bi navê kod “Ebbas Cefer” heye.
Li aliyê din jî medyaya Lubnanê doh ragihand ku hêzên Îsraîlê li dijî 2 heremên Baalbek a rojhilatê welêt 4 êrîş pêk anîn.

Êrîşên Îsraîlê li dijî Hizbullahê xaka Lubnanê bi taybetî başûrê Lubnanê û li ser sînor didomin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li gundê Sultaniye yê Sûra bajarê Lubnanê, ji hewayê êrîş bir ser malekê.

Di êrîşa hewayî de 3 kes mirin

Hat diyarkirin ku di êrîşê de mala navborî bi temamî hilweşiyaye, cenazeyên 3 kesan di bin xirbeyan de mane û birîndar jî hene.

Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bajaroka Kifarkilla ya li herêma sînor a li başûrê Lubnanê ye bi moşekan li malekê xist.

Hat ragihandin ku di êrîşê de tu ziyanên canî çênebûne.

Artêşa Îsraîlê: Me berpirsê heremê yê Hizbullahê kuşt

Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya li ser gundê Sultaniyeya navçeya Sûrê de berpirsê herêma Hacirê yê Hêza Ridvan a baskê leşkerî yê Hîzbullahê Alî Ehmed Hisên hat kuştin.

Hat îdiakirin ku Hasîn yek ji fermandarên payebilind ên Hîzbullahê yê li herêmê bû û di gelek êrîşên li dijî Îsraîlê de cih girtibû.

Her wiha Hizbullahê piştrast kir ku endamê wan Elî Ehmed Hisên bi navê kod “Ebbas Cefer” di êrîşa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Lê belê di daxuyaniya Hizbullahê de ti agahî li ser berpirsyariya Hisên a herêmê parve nekir.

Îsraîl li Baalbek a Rojhilatê Lubnanê êrîş pêk anî

Li aliyê din medyaya Lubnanê doh ragihand ku hêzên Îsraîlê li dijî 2 heremên Baalbek a rojhilatê welêt 4 êrîş pêk anîn.

Êrîşên Îsraîlî cihên bilind li herêma El-Safari û bajarokê Cînta li derdora El-Nebî El-Şit kirin armanc, çend saetan piştî ku balafirên bê mirovli ser Libnanê hate xistin.

Hizbullaha Lubnanê jî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku wan balafira bêmirov xistiye xwarê.

Hejmara endamên Hîzbullahê yên ku ji 8’ê Cotmeha 2023’an vir ve di pevçûnên navbera artêşa Îsraîlê û xeta sînor de mirin derket 271’an.

Herwiha di şer û pevçûnan de 54 sivîlên Lubnanî û 17 Tevgera Amal, 13 Hamas, 12 endamên Cîhada Îslamî û 7 sivîlên Îsraîlî û 11 leşker mirin.

Artêşa Îsraîlê li Rojhilatê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî

Back to top button