40 Partiyên sîyasî ruxset wergirtin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan tevger û partiyên siyasî hene Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî biryarek di 7’ê adarê de derxist.
Biryar ew e ku partiyên heyî bên ruxset kirin.
Li gorî daneyên fermi 40 partiyên siyasî ruxset ji Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wergertine.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan tevger û partiyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermenan hene.

Hejmara partiyên ku ji aliyê Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çend in û kijan in?

Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 7’ê Adarê biryarek derxist.

Di biryarê de muhlet heta 1’ê Nîsanê da partiyên siyasî yên li herêmê kar dikin, da ku serî li komîteyê bidin û daxwazanameya ruxsetkirinê bi dest bixin.

Her wiha hate diyarkirin ku eger partî neyên ruxsetkirin, dê li dijî wan biryar werin girtin.

Qanûna ruxsetkirina partiyên siyasî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 20’ê Gulana 2018’an hatibû derxist.

Lê heta niha bi awayek pratîkî li ser nehati bû sekinandin.

Lê niha bi awayekî fermî ew biryar bi pratîkî ket meryetê û li ser biryarên ku hatine girtin tê sekinandin.

Li gorî daneyên fermî, ji 65 partî û tevgeran, 40 heb hatine ruxsetkirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye beriya demekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ruxset ji Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Azad a Rojava û Partiya Komarî ya Kurdistanê standin.

Back to top button