Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî ji ber xerabûna rewşa jîngehî li ser rêkeftinekê li hev kirin.
Armanc ji vê rêkeftinên paqijî û parastina jîngehê ye.
Di rêkeftinê li ser gelek xala lihevkirinek çêbû.
Di encama guhertinên avhewayê û siyasetên dewlet-sîsteman, her wiha ji ber êrişên dewlet Tirk ên domdar li dijî herêmê rewşa jîngehê ber bi xerab bûnê ve diçe.
Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî ji ber xerabûna rewşa jîngehî li ser rêkeftinekê li hev kirin.
Di rêkeftina aliyan de hate diyar kirin di van 20 salên dawî de ji ber bandora şer û pevçûnên li herêmê rewşa xweza û jîngehê her ku diçe xirabtir dibe.
Lewra bi armanca peydakirina çareseriyên guncaw yên ji bo parastin û paqijkirina jîngehê di rêkeftinê de li ser van xala lihevkirin hate kirin:
- Belavkirina çanda jîngehî
- Danaskirina yasa û sîstemên jîngehî
- Dayîna semîner û perwerdeyên derbarê mijarên jîngehê de
Perwerdekirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Da ku bi erk û peywirên xwe yên qanûnî û sincî di parastina jîngehê de rabe.
Ev rêkeftin weke dewamiya berpirsiyartiya parastina civakê li gorî rêgeza hevpaymana civakî û netewa demokratîk a ku li ser bingeha avakirina civakeke jîngehî armanc dike.