Li ser rêya Qamişlo û Dêrikê qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de kesek mir û birayê wî jî birîndar bû.
Li ser rêya di navbera Qamişlo û Dêrikê de li nêzî gundê Abrê yê Çilaxayê motorsîkletek û erebeyek li hev qulibîn.
Di encama qezayê de ciwanê bi navê Xaşei El Hemûd wefat kir û birayê wî birîndar bû.
Xaşei El Hemûd û birayê xwe li ser motorsîklêtê bûn.
Ew ji gundê Zexîra yê girêdayî Çilaxayê ne.
Birayê Xaşei El Hemûd rakirine nexweşxaneya bajarê Girke Legê û niha tê dermankirin.
Rayedarên Trafîkê jî têkildarî qezayê dest bi lêpirsînê kiriye.



