Fînalîstê yekem yê Kupaya Cîhanî FÎFA ya 2026’an îşev diyar dibe.
Du tîmên bihêz Fransa û Spanya wê li Stadiyûma Arlingto werin pêşberî hev.
Fransa, bi pêşengiya Kylian Mbappe, armanc dike ku cara sêyemîn li pey hev bigihîje fînala Kûpaya Cîhanê.
Di bin serokatiya rêveber Didier Deschamps de, Fransî piştî 2018’an ji bo sêyemîn şampiyoniya Kûpaya Cîhanê dadikevin qadê.
Rikberê wan şampiyonê Ewropayê Spanya ye…
Spanya, bi pêşengiya stêrkê ciwan Lamine Yamal, bi fûtbola xwe ya dîsîplîn û parastina xwe ya xurt di seranserê turnuvayê de bandor kiriye.
Spanyayî di çaryekfînalê de Belçîkayê jinav bir û gihîştin nîvfînalê.
Di vê navberê de, hemû çav dê li ser performansa Kylian Mbappe bin ku di Kûpaya Cîhanê ya dawî de balkişandibû ser xwe.
Maç wê saet 22:00’an li gorî dema Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.
Serkeftiyê îşev wê di fînalê de bi serketîyê maça Îngilîstan-Arjantînê re di fînalê de bileyîze.



