Li Şehbayê pêngava komkirina îmzeyan bo Rêber Apo

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çalakî bi rengên cuda dewam in.
Pêngava komkirina Îmzeyan a ji bo Rêber Apo li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî hatî despêkirin, bi berrfirehî didom e.
Di vê çarçoveyê de, îro jî li Minbicê welatiyan ji bo Rêber Apo îmzeya xwe dan.
Li Şehbaya di bin dorpêç û êrişan de ye, welatî ji bo azadiya fîzikiya rêberê xwe îmzeya xwe didin.

Azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin.

Bi vê bîr û baweriyê welatiyên li Şehba bi dilxweşî kampanya komkirina îmzeyan dimeşînin.

Mecilîsa navçeya Fafînê a kantona Efrîn û Şehba li navçeyê pêngav komkirinê didomîne.

Hemû pêkhateyên li kantonê ji bo azadiya rêberê xwe di nava çalakiyan de ne.

Li dermanxane, cihên kar û nava gund, komîteya komkirina îmzeyan xebatên xwe dimeşînin.

Hêvîn Eloş-Endama Meclisa Fafîn a kantona Şehba û Efrîn

Endama Meclisa Fafîn a Kantona Şehba Efrîn Hêvîn Eloş têkildarî xebatên pêngavê agahî da nûçegihanên me.

Hêvîn diyarkir ew dema pêngavê de hîn bêtir rastiya girêdana gel a bi Rêber Apo re dibînin.

Li Minbicê pêngava komkirina îmzeyan bi coş pêk tê

Rayedaran diyar kir ku hemle li piraniya herêmên Minbicê dewam e.

Her wiha destnîşan kir ku tevlêbûna zêde ya şêniyan balkêş e û di Remezanê de jî wê pêngav bidome.

Li kantona Cizîr û Tebqayê pêngava komkirina îmzeyan berfihre dibe

Back to top button