Ji bo azadiya Rêber Apo li Minibicê dest bi komkirina îmzeyan hate kirin

Çalakiya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin li herêmê dewam dike.
Li Minbicê îmze hatin komkirin û li Şedadê jî komîteyek ji bo komkirina îmzeyan hate avakirin.
Hate gotin: “Em tu carî çalakiyên xwe betal nakin, heta Rêber Apo azad bibe”.

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê bi daxuyaniyekê pêngava komkirina îmzeyan ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO kete sala 26’an.

Hêzên kapîtalîst ên hegemon, di wê baweriyê de bûn ku bi dîlgirtina Rêbertî, dê fikra rizgariyê tune bike, lê firkirên rêber Apo li her devera cîhanê belav bû û komplo vala hate derxistin.

Em jî wekî pêkhateyên li Minbicê, dengê her kesê ku azadiya rêbertî dixwaze dikin yek û beşdarî pêngava rizgarkirina rêber Apo dibin.”

Ji bo komkirina îmzeyan li Şedadê komîteyek hat avakirin

Her wiha sazî û partiyên li navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeyê û gundên derdorê dest bi xebatên komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin e.

Endamê rêveberiya PYD’ê yê navçeyê Mihêdî El-Dixîm daxuyanî da û wiha got:

“Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, me li navçeya Şedadê komîteyek ava kir da ku dest bi komkirina îmzeyan bike.

Komîte wê serî li her kesî bide û îmzeyan kom bike.

Armanca me komkirina milyonek îmze ye, komîte dê sibe dest bi kar û xebatên komkirina îmzeyan bikin.

Back to top button