Xelkên bajarê Dêrazorê 18 şehîdên Mehên Çile û Sibatê bibîranîn.
Li Şehbayê jî şehîd Egîd Çîlo hate bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê ya Dêrazorê merasîmê bîranîna 18 cangoriyên azadiyê yên mehên Çile û Sibatê li dar xist.
Bîranîn li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê bi beşdarbûna malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl pêk hat.
Di merasîman de gelek kes axivîn û wiha gotin:
Bi ked û xwîna şehîdan herêmên me ji terorê hatin rizgarkirin.
Em soz didin heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin.
Dawiyê mûm li ber wesîqeyên şehîdan hatin pêxistin.
Şehba-Şehîd Egîd Çîlo hate bibîranîn
Li Şehbayê jî şehîd Egîd Çîlo ku 13’ê Sibata 2019’an di encama bûyereke tirafîkî de şehîd bûbû hat bibîranîn.
Merasîm ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê pêk hat.
Egîd Çîlo bi salan di Saziya Zimanê Kurdî de xebitî bû.
Di merasîmê de Hevserokê Desteyê Perwerdeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Fadel Hebeş hemû şehîdê şoreşê bi bîranî û soza şopandina rêya wan da.”