Bi dehhezaran Kurdistanî û dostên xwe bi helwestek yekbûyî bersivek tund dan hêzên komplogeran.
Di mitinga bajarê Koln yê Elmanyayê de beşdaran bi hêrseke mezin bertek nîşanî tecrîdê dan
Û careke din diyar kirin ku hûn nikarin roja me tarî bikin û azadiya rêberê me azadiya me ye
Qêrîna ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi sedhezeran Kurdistanî û dostên xwe bi vê daxwazê li qadan bûn.
Ji gelek welatan bi deh hezaran kes li qada Siegburger Str Deutzer Wert a li rexa Çemê Ren dest bi meşê kirin.
Girseya bê navber dirûşme berz kirin, li cihê mitingê civiyan.
Bi kombûna çalakgeran bernameyê bi rêzgirtina li ser cangoriyên azadiyê û peyamên mevanan destpêkir.
Li ser navê Tevgera TEV ÇAND’Ê hunermend Xelîl Xemgîn jî beşdar silav kirin û diyar kir ew ê komplo ê tecrîda li ser Rêberê xwe tucarî qebul nekin.
Her wiha gelek nuner û kesayetên ji cîhanê jî di çalakiya dîrokî de amade bûn.
Dostên Kurdan di peyamên xwe de gotin:
Modela Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo weke modeleke çareseriyê dibînin
Têkoşîna Kurdan, hêviyê dide têkoşîna me.
Her wiha ji bo aştiyeke mayinde jî dostên Kurdan banga azadiya fîzîkî a Rêber apo kirin.