Asayiş: Hevriyê me Eyman Elî û Bassam El salêh li Dêra zorê şehîd bûn

Hêzên Asayişê bi du daxuyaniyên cuda nasnameyên 2 endamekên xwe ku li Dêrazorê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Asayişê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehşda da.

Navenda Ragahandin û çapemeniya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrî îro nasnameya 2 endemên xwe eşkere kir.

Di daxuyaniya asayîşê ya têkîldarî şehadeta Şehîd Eyman Elî Elî de, ev agahî hate parvekirin.

“Hevriyê me Eyman Elî Elî, dema li ser erka xwe bû li Dêrezorê ji aliyê kesên nenas ve hat hedefgirtin û şehîd bû.”

Têkîldarî şehadeta şehîd Besam Xelîl El-Salêh jî ev tişt hate gotin:

“Hevriyê me Besam Xelîl El-Salêh 31’ê Adarêli Dêrezorê, dema li ser erka xwe bû, ji aliyê kesên nenas hat hedefgirtin û di encamê de şehîdbû.”

Asayîşê di dewamiyê de diyar kir ku hevrêyên wan yên şehîd ji bo parastina xak û gelê xwe û bidestxistina ewlehî û aramiyê tevlî hêzên Asayişê bûn got:

Hevrêyên me ji bo parastina welatê xwe di her xebatî de kedeke mezin dan û têkoşiyan.

Em soz dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Em ji malbatên şehîdan û tevahî gelê herêmê re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyên Navendê nasnameya şehîdan wiha ye.

Nav û paşnav: Eymen Elî
Navê Bav: Elî
Navê dayikê: Hediye
Cih û Dîroka Tevlêbûnê:El-Kişkiyê 26.11.2023
Cih û Dîroka Şehadetê: xeranîc 30.03.2024

Nav û paşnav: Bassam El Salêh
Navê Bav: Xelîl
Navê dayikê: Yazî
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: El-Kişkiyê 27.09.2018
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: El-Kişkiyê 1995
Cih û Dîroka Şehadetê: xeranîc 30.03.2024

Back to top button