Ronahî Serhed: Divê têkoşîna kolektîf were geşkirin

Endama koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed derbarê rojevê sereke nirxandinê giring kir.
Ronahî Serhed di nirxandina xwe de got: “Yên ji xwe re dibêjin “Tirk” divê faşîzma AKP-MHP’ê lêpirsîn bikin.
Her kesê ku li dijî faşîzmê, divê têkoşîna kolektîf geş bike.

Endama koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed derbarê duritiya dagirkeriya Tirk û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de axivî.

Ronah Serhed balkişand li ser dûritiye rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên tirkiyê derbarê êrişên li ser kurdan û Filîstînê û got:

“Di dema ku Kurdistan û Tirkiye veguheriye gola xwînê de, dengê ‘koroya neteweyî’ ya ku bi israr vê yekê nabîne û xwe weke parêzvanê mafên mirovan dibîne, her ku diçe bilind dibe.

Cîhana tirkpereset ê bi navê rewşenbîr û rojnamevan tevdigerin li dijî sûcê tirkiyê di nav helwestekî bêşerm û bêexlaq de ne.

Yên ku ji bo filîstînê behsa mafê mirovan dikin, hewce nabînin ku bizivirin û bipirsin ka desthilatdariya wan li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê çi dike, aqil dide cîhanê.

Însan ewqas du rû nabe, hişmendiya Tirkperestiyê van kesan jehrî kiriye.”

“Li Tirkiyê dema mijar dibe Kurd faşîstin ji Filistînê re demokrat in”

Ronahî Serhed helwesta partiyên çepgir, demokrat, sosyalîs ê Tirkiyê li hember êrişên li ser rojava rexnekir û ev nirxandin kir:

“Partiya Komunîst a Îsraîlê, Îsraîliyên demokrat, derketinên bi wêrekî Netenyahû ji şer berpirsiyar dîtin û şermezar kirin..

Li Tirkiyê yên ku ji şerê Erdogan re dengê xwe dernaxînin, di doza Filîstînê de dibin demokrat.

Dema mijar dibe Filîstîn dibin demokrat, lê dema mijar dibe Kurd nêzîkatiya faşîst û nîjadperest tê raberkirin.

Gelo ma durûtiyek ji vê vekirîtir heye?”

Ronahî Serhed: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe kes nikare nefes bigire

Ronahî Serhed diyarkir ku heta ku Rêber Apo azad nebe û pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe û kes nikare nefesê bigire.

“Bi pêşengtiya jinê em ê bi xwe qedera xw diyar bikin”

Endama koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed di dawî ya nirxandina xwe de wuha got:

“Ji bo jin, gelan û ciwanan destwerdana rewşê bike pêwîstî bi pêşengiya ku însiyatîfê bigire heye.

Bi vî awayî vê carê em ê qedera xwe bi xwe diyar bikin, bêyî ku rê bidin serdest û mêtingeran ku dîrokê binivîsin.

Wê gel bi têkoşîna civakî ya bi pêşengiya jinan û tevlîbûna hemû beşên civakî bi ser bikeve.

Jiyana civakî ya nû wê bi keda jinê teşe bigire, bi zîhniyeta jinê were azadkirin û bi çalakiya wê were rizgarkirin. Hêvî jin bi xwe ye.

Back to top button