Hevşaredarên bajarê Wanê mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gelên berxwedêr kirin

Îro Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gelên berxwedêr kirin.
Hevşaredaran anîn ziman têkoşîna hat dayîn heviya ji bo xurtbûna lêgerîna li edalet, azadî û mafê civakê jinûve geştir kir.
Li aliyê din Hevşeradarên DEM Partî yên Wêranşarê jî ku şaredarî careke din ji AKP’ê stand, weke karê ewil cîhazê X-rayê û têlên direhî yên li dora şaredariyê hatibûn raxistin rakirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên bajarê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gelên berxwedêr kirin.

Li Wanê ku şaredariya bajarê mezin bi saya berxwedana gelan careke din hate bidestxistin, Hevşaredar ji bo mazbatayên xwe werbigirin hatin ber Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.

“Berxwedana we hêviya me ya ji bo xurtbûna lêgerîna li edalet, azadî jinûve geştir kir”

Neslîhan Şedal di serî de spasiya ciwan, jinan, gelan, saziyên civakî yên sivîl û her kesê ku li dora berxwedanê civiyan û têkoşîna edaletê bi serxistin kir û got:

Vê yekê hêviya me ya ji bo xurtbûna lêgerîna li edalet, azadî û mafê civakê jinûve geştir kir.

Abdullah Zeydan jî spasiya her kesî kir ku xwedî li demokrasî, hiqûq, edalet û îradeya xwe derketin

“Êdî dem hatiye ku em xizmetên herî bedew li bajarê xwe bikin”

Zeydan anî ziman êdî dem hatiye ku ew xizmetên herî bedew li bajarê xwe bikin û got:

Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajarê xwe bixebitin.”

Hevşeradarên Wêranşarê ku şaredarî ji AKP’ê stand, X-ray û têlên direhî rakir

Li aliyê din Hevşeradarên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wêranşarê ku şaredarî careke din ji AKP’ê stand, weke karê ewil cîhazê X-rayê û têlên direhî yên li dora şaredariyê hatibûn raxistin rakirin.

Di kanûna 2016’an de dema şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû qeyûm lê hate tayînkirin û li wir cîhazê X-ray hate danîn û dora şaredariyê bi têlên direhî hate dorpêçkirin.

Hevşaredarên navçeyê Dîcle Înan û Bedriye Yorgun yên têkildarî mijarê axivîn, diyar kirin ku sepana heyî nîşan dide ku şaredarîvaniyeke ji gel qut hatiye meşandin.

Hevşeradarên Wêranşarê: Ewlehiya civakê bi aştiyê pêkane û ne bi X-ray û têlan

Hevşaredaran bi bîr xistin ku ewlehiya civakê bi aştiyeke civakî pêkane û gotin:

“Ewlehiya civakekê bi wekheviyê, demokrasiyê û bi nêzikatiyeke adilane û azad pêkan e.

X-ray û tel ne amûrên parastina ewlehiya civakê ne.

Lewma weke karê ewil me ev cîha rakirin û em hewl didin şaredariyê veguherînin mala gel.

Îtîrazên DEM Partî yên bo hilbijerên veguhestî û bêusuliyan dewam dike

Back to top button