Ji bo piştgiriya PKK’ê li Qeladizê îmze hatin komkirin

Li Başûrê Kurdistanê xebatên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dewam dikin.
Li bajaroka Qeladiz a ser bi îdareya Raperîn îmze hatin komkirin.

Di saetên êvarê de li Parka Derwazey Şar a bajaroka Qeladiz bi pêşengtiya Tevgera Azadî û RJAK’ê îmze hatin komkirin.

Welatiyên bajêr pêşwaziyek baş li kampanyê kirin.

bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûn 2021’an de kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, hate destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de heman kampanya roja 29’ê Çileya 2022’yan bi tevlîbûna gelek kesayetan li Başûrê Kurdistanê jî hat destpêkirin û didome.

Back to top button