Şevbuhêrkeke wêjeyî di roja duyemîn a mîhrecana Kobanê de hat li darxistin

Di 17 mehê de Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê dest pêkir .
Duh di roja duyemîn a Mîhrecanê de Şevbuhêrkek wêjeyî û panelek hat lidarxistin .

Di vê rojê de gelek helbestvan beşdar bûn û helbestên xwe yên bi zimanên kurdî û erebî gotin.

Piştî xwendina helbestan, beşdaran serdana pêşangeha pirtûkan a li hola navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hatiye li darxistin, kir.

Piştre panelek bi navnîşan “Sînema û girîngiya wê” hat li darxistin.

Di panelê de Azad Evdikê axivî û tekez kir ku Pêwîstiya me bi kadroyên sînemayê heye.

Gelek dixwazin bi derfetên xwe yên besît tev li sînameyê bibin, ev gaveke pir girîng e.

Di dawiya panelê de dîroka sînemayê û derketina wê li herêmên kurdî hate nîqaşkirin.

Back to top button