Durûtiya lijneyên hilbijartinê: îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin

Dema îtîrazê ya ji bo lijneyên hilbijartinê yên bajaran îro bi dawî bûn û wê êdî biryarên dawî bên dayîn.
Desthilata AKP’ê yê winda kir û har bû, bi îtîrazên li dijî encaman, hewldana xwe ya ji bo xespkirina vîna gel didomine.
Ya balkeş piraniya îtîraz AKP’ê yên ji bo encamên hilbijartinê yên bi hêcetên vala hatin qebûlkirin.
Lê îtîrazên DEM-Partî û CHP’ê yên li dijî hilbijêrên veguhestî û hîleyan hatin red-kirin.

Di pêvajoya îtîrazên partiyan ên li dijî encamên hilbijartina xwecihî de carek din durûtiya li hemberî vîna Kurd hat xuyakirin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dema îtîrazê ya ji bo lijneyên hilbijartinê yên bajaran îro bi dawî bûn û wê êdî biryar bên dayîn.

Desthilata AKP’ê yê tevî hileyan jî bi taybetî li bakurê Kurdistanê winda kir û har bû, ji bo xespkirina vîna gel li gelek cihan îtîrazî encaman kir.

Ya balkêş tevahiya îtîrazên AKP’ê yên ji bo encamên hilbijartinê hema hema hatin qebûlkirin.

Lê îtîrazên DEM Partî û CHP’ê yên li cihên tevî hilbijêrên veguhestî jî bi ferqekî biçûk winda kirin hatin redkirin.

Di hilbijartinên Rihayê de DEM Partî li 7 navçeyan bi ser ket û AKP’ê li dijî 6’an îtîraz kir.

Di encamê de ji bo Xelfetî û Curnê Reş ku DEM partî bi serketibû biryara nûkirina hilbijartinan hate dayîn.

DEM Partiyê ji bo her du navçeyan serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.

Li Kerboran a Mêrdînê jî ku DEM Partiyê bi dest xist, li ser îtîraza AKP’ê dê deng jinûve bên hilbijartin.

Li aliyê din îtîrazên DEM Partiyê jî yên li bajar û navçeyên ku leşker û polîs weke hilbijêr lê hatibûn veguhestin hatin redkirin.

Yek ji navçeyên ku AKP bi hilbijêrên veguhestî bi ferqekî kêm destesker kir navçeya Hezro yê Amedê bû.

DEM Partiyê ji bo dengên nederbasdar jinûve bên hejmartin îtîraz kir lê lijneya navçeyê red kir.

Li navenda Bedlîsê namzetê AKP’ê bi ferqekî 198 dengan bi ser ket û 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin hesibandin.

Rêxistina DEM Partiyê ji bo tevahiya dengan jinûve bên hilbijartin, serî li lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajar da, lê hate redkirin.

Tevî pêvajoya îtîrazê didome lê mazbata dan namzetê AKP’ê.

Her wiha serlêdana DEM Partiyê ya ji bo betalkirina hilbijartina navenda Şirnexê, hin navçeyên Colemêrg û Sêrtê jî hatin redkirin.

Li navçeya Curnê Reş, Xelfetî yên Rihayê wê hilbijartin ji nû ve bê kirin

Back to top button