Mexdûrê Erdhejê: 6 rojên destpêkê em li derve man

Tevî 19 roj li ser erdhejê re derbas bûne jî, mexdûrên erdhejê ên li Bakurê Kurdistanê li benda alikariyê ne. Lê dewleta Tirk di mijara alikariyê de cihekariyê dixe di navbera gel de. Şeniyên taxa Yavuz Selîm a Mereşê diyar kirin ji ber ew Kurd in dewlet alikariyê nadin wan û da zanîn ji bo 30 ferdan tenê yek çadir dane. Her wiha Li heremên erdhejê di mijara tendûristiyê de jî, cihekariya li dijî Kurdan heman rengî ye.

Ev der taxa Yavuz Selîm a Mereşêye ku ji ber erdhejê weran bûye.

Şêniyên taxê ku piraniya xwe Kurd in, heya niha jî bi derfetên xwe hewl didin bijîn.

Bi taybetî mexdûrên erdhejê ên Kurd di mijara alikariyan de rastî cihekariyê tên.

Şêniyên taxê diyar dikin ku ji ber ew Kurd in rastî cihêkariyê tên.

Ji wan yek şêniyan û mexdûrê erdhejê, Gokhan Gul e.

Gokhan Gul 6 rojên ewil ên erdhejê tevî sermaya hişk li derve maye.

Mexdûrê Erdhejê: ji ber em Kurd in dewlet alikariyê nade

Gokhan tîne ziman tevî 19 roj li ser erdhejê re derbas bûne jî, hîna tu rayedarekî dewletê serdana taxê nekiriye.

Gul destnîşan kir ku ji hin herêmên Mereşê re gelek alîkarî diçe û dibêje: “Bi piranî jî alîkarî diçe cihên ku AFAD’ê diyar kiriye.”

Mexdûrê Erdhejê: ji bo 30 kesan yek çadir dan

Gokhan Gul bal kişande ser helwesta muxtarê taxê ya piştî erhejê jî.

Li heremên erdhejê di mijara tendûristiyê de jî, cihekariya li dijî Kurdan heman rengî ye.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk, Şebnem Korûr Fîncanci ku lêkolîn li ser bajrên erdhejê kir, rewşa wan vegot:

Şebnem Korûr diyar kir ku li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye û wiha got: Me li herêmên erdhejê cihekarî dît.

Desthilat bi awayî siyasî nêzîkî nexweşan dibe û di xizmetên tenduristiyê de jî cihekarî heye.

Li hin navçeyên Hatayê yên weke Îskenderûn, Samandag û Antakyayê ku pirzimanî û pirçandî ne xizmeteke baş nebû.

Back to top button