Desteya Aborî û Çandiniyê 22 navend ji bo kirîna hilberîna genim diyar kirin

Desteya Aborî û Çandiniyê, navêndên depokirina helbirînan li gelek herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûrî amade kirine. Desteyê diyar kir ku wan 22 navend ji bo kirîna berhemên genim diyar kirine û ji ber buhabûna çewalan jî, wê berhem bi rêbaza dukme ango kamyonan were wergirtin.

Bi hatina mûsima çinînê re, Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî amadekariyên xwe ji bo wergiritina genim dike.

Desteyê, 22 navend ji depokirina helbirînan diyar kirine.

Here wiha kadiroyên pispor û çavdêriyê ji bo şopandina mekanîzmeya wergirtinê, amade kirine.

Li gorî her herêmekê, wê xebatên wergirtina helbirîna genim dest pê bike.

Li herêmên Firatê, Reqa, Tebqa, Dêra Zor û Minbicê wergirtina helbirînan ji 27ê Gulanê wê dest pê bike.

Li deverên herêma Cizîrê jî wê ji 1ê Hezîranê were destpêkirin.

Li gorî Desteyê, cotkar helbirîna xwe bibin kîjan navendê, ew serbest in.

Selman Barûdo: Deste wê îsal tenê 500 hezar ton genim bikire

Girêdayî mijarê, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo dibêje:

“Deste dê îsal tenê 500 hezar ton genim bikire. Ji ber hîna helbirînên depokirî yên salên borî hene. Bi taybet tov û ard.”

Barûdo: Em ê îsal bi şêwazê dukme ango kamyonan berheman wergrin

Barûdo destnîşan kir ku ji ber buhabûna çewalan, dê helbirînê bi rêbaza dukme yanî bi kamyonan werbigirin, da ku lêçûnê li ser cotkaran sivik bikin.

Tenê di navendekê Dêra Zorê de wê wergiritin bi çewalan be.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê navendên ku dê helbirînê werbigirin wiha ne:

HERÊMA CIZÎRÊ

Kantona Qamişlo:

  • Dêrik (navendên Dêrikê, Girziyaret, Berûş û Til Alo)
  • Tirbespiyê (navendên Tirbespiyê û Til Marûf)
  • Qamişlo (embarên Qamişlo)
  • Amûde (navendên Amûde, Hitîn, Kibka)

Kantona Hesekê:

  • Navendên Hesekê, Til Hecer û Xiwêran.

HERÊMA FIRATÊ

  • Navendên Kobanê-Celebiye, Rovî û Eyn Îsa.
  • Minbic: Navenda Minbicê.
  • Reqa: Navendên Sehlebiye, Bedir, Rafqa, Kebiş û Şinîne.
  • Dêra Zorê: Navendên 10 km2, Mehlec û 7 km.
  • Tebqa: Navenda El-Bû Asî.
Back to top button