Li Almanyayê xetereya Îxwan El-Muslimîn û DAIŞ’ê

Xeteriya Ixwan el-Muslimîn li Almanyayê ji ya DAIŞ û Qayîdayê zêdetir e..

Ev yek,di raporeke îstixbarata Alman de hate eşkerekirin..ku hebûna Ixwanan li Berlînê pir zêde ye, ji ber vê jî metirsiya êrîşên çeteyî li welêt heye.

Desteya parastina destûrê (Îstixbarata Hindirîn) a li Berlînê, bi raporekê diyar kir, ku Almanya û nexasim Berlîna paytext, hîna jî armanca komên terorîst e û metirsiya pêkhatina êrîşên çeteyî li Almanya pir zêde ye.

Rapor destnîşan dike ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriye û Iraqê vegeriyane, metirsiyeke mezin li ser ewlehiya welêt û bi taybet ya Berlînê ne.

Li gorî Îstixbarata Hindirîn a Berlînê, 65 çeteyên DAIŞ’ê ku 20% ji wan jin in, vegeriyane Berlînê.

Her wiha ev rapor balê dikişîne ser wê yekê jî ku, Ixwan û Tevgera Millî Corş a Tirkî ya Ixwanî, xwedî 600 serkirdeyên bibandor li Berlînê ne.

Di rapora Istixbarta Alman de, hişyarî hat dayîn ku, rêxistina Ixwanan li ser pergala demokratîk a li Almanyayê, gefeke rasteqîn e.

Ev tebger, 1960yî yekem car li Almanyayê derket.. ku dixwaze bi her awayî û bi taybet bi rêya perwerdeya li mizgeft û zanîngehan acendeyên xwe yên Îslamî pêk bîne.

Li gorî belgeyan hikûmî, Ixwanên li Almanyayê desteka xwe rasterast ji hikûmeta AKP’ê distînin.

Berî niha, gelek caran hikûmeta Alman mizgeftên ku dewleta Tirk piştevaniya wan dike, girtine..

Back to top button