Balafirên Îsraîlê derdora Colanê topbaran kir

Şevê din, balafirên Israîlê deverên rejîma Sûrî yên li derdora Colanê topbaran kirin .

Li gorî Ajansa “Sana”, balafirên Israîlî bi moşekan deverên artêşa Sûrî li Qehtaniyê, El Huriyê û Quneytera topbaran kirin:

Medyay Rêjîmê ragihand ku di encama êrîşê de 3 leşker birîndar bûne, lê belê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di encama topbaranê de, leşkerekî rêjîma sûrî hat kuştin û 7 jî birîndar bûne .

Back to top button