Di vê dema dawî de gelek aliyên hundir û derve hewl dan û hîna jî hewl didin yekitiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet projeya Neteweya Demokratîk têk bibin.
Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer diyar kir ku bi hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê û bi saya Hêzên Sûriya Demokratik ew ê van planan têk bibin.
Ev demeke bi taybetî dewleta Tirk, hikûmeta Şamê û hin derdorên din hewl didin fitne û şer di navbera Kurd û Ereban de derxînin û aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.
Lê belê hewldanên wan bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê têk çû planên wan pûç bûn.
Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer derbarê ev hewldanan axivî û diyar kir ku armanc ji van êrîşan derxistina fitnêye û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.
El-Omer daxuyand ku êrişên li dijî herêmên gundewarên Dêrazorê û başûrê Hesekê berdewama şerê taybet û sîstematîk ê dewleta Tirk e.
Elaa El-Omer destnîşan kir ku bi Girêdana xwînê ya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têgihîştina ciwanan û serokeşîrên Ereb hişt ku ev planan têk biçin.
El-Omer anî ziman ku Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe hewl dide pêdiviyên welatiyan di hemû aliyan de pêşwazî bike û bi cih bîne.
Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer destnîşan kir ku ew bi saya QSD`ê li herêmê di nava aramî û ewlehiyê de dijîn.