“Em ê hevkariya siyasî û leşkerî bi QSD’ê re bidomînin”

Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey, diyar kir ku ew ê hevkariya siyasî û leşkerî bi QSD’ê re bidomînin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê têkildarî serdana James Jeffrey bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Jeffrey, di serdana xwe de, bi berpirsên mezin ên QSD’ê, MSD’ê, şandeyên Kurdî û serokên eşîrên gundewarê Dêrê Zorê re civiya.

Jeffrey anî ziman ku welatê wî kesên ku di şerê têkbirina DAIŞ’ê de qurbanî dane bi nirix dibîne û îşaret bi pêdiviya hevkariya li dijî DAIŞ’ê û alîkariya mirovî bo herêmê kir.

Jeffrey diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîksyê ji bo ku DAIŞ careke din dernekeve holê, dê koordîneya leşkerî bi QSD’ê re bidomîne

Li gorî daxuyaniyê, ji bo pêkanîna çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re li gorî biryara 2254’an a NY, wê Jeffrey li gel opozisyonê bixebite.

Jeffrey wê 23’ê Îlonê bigihêje Berlînê û bi rayedarên Alman re rewşa Sûriyê, şerê li dijî DAIŞ’ê û çareserkirina aloziya Sûriyê, nîqaş bike.

Back to top button